Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Kanî ew buhara şîn ey bilbilê dilawer Ka ew giya û çîmen ew xunava hûr li ser Kanî ew pûng û nefel ew kulîlkêd bi deh reng Bi şev xwe l`hev dipêçan bi roj dibişkivin der Refê teyr û tilûra vedgevistin bi navê Geh bi geşt û bi seyrangeh bi ceng û heng bi şer Ka ew dengê tey zîz bi berbanga siba re Ka ew ava te vedxwar ji hêsirên gula zer Wa buhara te hişk bû lê bû germa havînê Mêrg û kulîlk û giya bûn wek pûş û keramper Buhar koça xwe barkir çûye zozanê banî Li wir êla xwe danî ta salek dî bê veger Tek û têl maye li şûnwara hejaro Poşmano rabe pey kev tu dê xweş rê bidî ser Sê qunaxin riya te ey sîpanê xelate Roja didwa ye bîngol roja sisyaye ew der Rojê mespêre rojê li ba keve derenge Bi gotina tîrêj bik tenê nemînî şevder Bi sistî û bi lava tu kes naghêje dozê Dosta xwe j`dest xwe bermed nestêleye gula zer Eger ji min dibrsî kul û derdê evînê Xem û derdê min zehfin nayên hejmar û defter. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz