Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

19 views 0 likes
Cana me dî l`nêk pencerê Gurzek gul û çîçek bi dest Min dest dirêj kir hemberê Bes min gula sor jê bixwest Ebrû li min wê hilçenî Awir vedan got:Ezbenî Ev sorgula baxê min î Nadim kesî, ey gulperest Ger te divê ya kesk û şîn Ya zer û ya jî Yasemîn Fermo ji xwe`r wana derîn Da bîn bikî ey jar û mest Ger te divê rengê kerez Ya pembe ya xakî gewez Nakrim ewa ji destê te ez Bikre li ber sîngê bi best Ger te divê ya nêrgizî Qedîf û xemrî qurmizî Hilî tu bê ax û xwezî Reşmar bi nêva dil vegest Ger te divê ya sosinî Ya gul hinar û ya binî Yê`j ter nebî malê min î Êdî bes e ey dil şikest Ger te divê tûmek nefel Ya hin ji rêhana du pel Yan jî kulîlka qurnefel Bistîn li ber min bes vewest Ger te divê ya şîrikî Ji ter di pêsîra xwe kî Tîrêj tu xweş bawer bikî Ya sor bi destê te neket.

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Seydayê Tîrêj
🛒 0

Your Cart