Mijde bî mijde bî, xortên dilawer
Hemrîn û hemrîn û Sefîn û Hewlêr
Xemilîn xemilîn, bi al û leşker
Pêşmergên pêşmergên, me daketin şer
Dem xweş e dem xweş e, roja welat e
Dem xweş e dem xweş e, çaxê xebat e
Bû qupîn bû qupîn, bû ceng û halan
Leşkerên leşkerên, kurd hatin meydan
Wa revîn wa revîn, dujmin ji ber wan
Yek ji me yek ji me, hember sedê wan
Dem xweş e dem xweş e, roja welat e
Dem xweş e dem xweş e, çaxê xebat e
şevgêrên şevgêrên, nîv koh û çola
Can hesin can hesin, ceger ji pola
Guh medin guh medin, van pîs û tola
Da nebin da nebin, bindest û kola
Dem xweş e dem xweş e, roja welat e
Dem xweş e dem xweş e, çaxê xebat e
Tev bidin tev bidin, dengû gazî
Da bijîn da bijîn, bi serfirazî
Da bijîn da bijîn, bi aştîxwazî
Kurd yek in kurd yek in, ap û birazî
Dem xweş e dem xweş e, roja welat e
Dem xweş e dem xweş e, çaxê xebat e
Her wekî her wekî, tîrêj dibêje
Hêstiran hêstiran, herdem dirêje
Bo welat bo welat, ew mest û gêj e
Bişkînin bişkînin, destê qirêje
Dem xweş e dem xweş e, roja welat e
Dem xweş e dem xweş e, çaxê xebat
*www.tirej.info
**Rêzkirina tîpan:
-Mişel Osman(bavê Nisrîn)
-Ibrahîm Ebdî(bavê şêrîn
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön