Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Milletê kurd rabe ser xwe bes ji bin xeşmê dere Jîna bindestî bizane, nehêjaye du pere Pêşberê alem di dinya, Medî tu bû Tu ji meydanê çi zû ket, bûye dewlet Tetere Xan û avayên te yek ser, tev ji ka û ji herî Xan û avayên neyara, wa ji kevrê mermer e Bircê dijmin her wekî, eywana Kesra tev negar Xan û avayên te hêja, rengê axûrê ker e Va ye dijmin, bû xwedanê, leşker û top û tifing Bê tu xwedyê halet û nîr û ebûr û niştere Kincên bejna te sera ser, tev ji çapan û belaş Kincê dijmin, tev qedîf û çox û kemx û mexmer e Vaye dijmin bûye xwedanê, teksî û balafiran Tu temaşa nakî carek, wa tu hê siwarê ker e Ger dixwazî sebebê xeşma xwe, carek nas bikî Guhbidêre tu li va xêzên me gotî ji we re ew kesên zana dizanin, hedefa me l`ser çiye yê nezan qet ew nizanî, wek li cem xêr xeber e ger dixwazî tu xwe azad ke, ji bin destê neyar bigre şûrê Rustemî, dakev tu meydana şer e ger dixwazî cewher û elmasê derya tu bibîn besteyê Tîrêj bixwîne tê de dur û cewhere

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz