Keçikê roja te xweş
Goriya çavên di reş
Bi tenha wer tu bi meş
Gozelê
Bedewê dunya deme
Salek el benda teme
Aşiqê bejna teme
Gozelê
Porê tey reş temezî
Gulî û bisk û kezî
Dil ji xortan didizî
Gozelê
çi mi go tu`l mi megir
Fermo carek were vir
Serê govendê bigir
Gozelê
çi dîlana çê bibî
Ne xweşe tu tê nebî
Li dunê tim tû hebî
Gozelê
Reqs û govend û sema
Kêf û xweşya me hema
Ji te pêve kes nema
Gozelê
Birevîn derd û kula
Evîn û eşqa dila
Li Tîrêj bûne bela
Gozelê
Hûrbînî: M. Bavê Nisrîn û I. Bavê şêrîn
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön