Yara te ket destê neyar
Ma tê çikî jaro dilo
Gerden bi ser te"d maye xwar
Bê hêvî û çaro dilo
Yara te ya şeng û bedew
Hêsîra dest neyar e ew
çawa dikî razan û xew
çav pêl û xewaro dilo
Rind û delala naziyan
îro bi dest canbaziyan
îran û Tirk û Taziyan
Bê kêro ser saro dilo
Wa tê firotin ew çeleng
Vêga bi dolar û fireng
Gazî dikî nayê te deng
Ey lal û bêzaro dilo
çavan ji temarê veke
Carek li dinyê mêzeke
Kincan li ser bejna xwe ke
Rê dûr giran baro dilo
Tu l`ba keve lingan bilivîn
Pir dûr e ev rêça evîn
Yarê ji nav destan derîn
Wek şêr û wek maro dilo
Rabe eve roja te hat
Bê yar dikî çawa tebat
Sed deşt û zozan û xelat
Tev cih û tev waro dilo
Tu bi xeml û xêzê dîlberê
Dîsa werin dewra berê
Ebrû siya dêm fenerê
Tîrêj fedakaro dilo
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön