Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Mirîdê Laleşim îro Li ber arê Zeradeştim Sersar ateşim îro ku sersotim ne ariştim Ji dest pîrê muxan nûşîm peyalek badeya taze Li hurmizgeh di hev werbûm wekî çerxê dialişt im Nema mi b xwe dizanî qet ketim warê xiyalan ez Li ber `erşê xuda el cem melik taûs dirûniştim Dema bê xirqe û bendik didî pêsîr qeliştî me Ne pirsî qet li min carek bi xeyd rabû tenê hiştim Ji wir ez daketim `erda berî min daye mizgeftê Mele û şêxan didîn ez ne bi keşkûl û rih û xiştim Li min hovenedan yek ser ne pirs û bersiv û gotin Wekî murxê hejar ku l ber çem û avan diponiştim Ji wê hatim kiniştê lê bi xwe ez bê selîb û xaç Keşa jî guh nedan min qet bi bal dêrêve negihiştim Ne taûs rû didabû min keşe û mele dibûn dijmin Wekî goştê li ser sêlê ji her alî ve dibrişt im çi fertona serê Nûhe ji derya Hind ko lê rabû Di nîva bager û pêlan di wê avê de ew geştim Di meydana şeg û holan wekî gogê rewanim ez Li ber kaşwên kevot ez bê ser û ling û zik û piştin Me rojek xweş nedî carek heya kengî ezê wa bim Gilî tim karê qelsaye bese derdo te ez kuştim Li cem zana xwedî şanim bi rûmet û ne erzan im Li cem van olperestan ez wekî beba û leymiştim Heya sax bim ezê wa bim xudanê şi`r û besta bim Tîrêjim ez ne bêpar im ji `ilm dagirtî û miştim.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz