Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Dîsa li min awir kişand, yarê bi wan çavên belek Birca dilê min hilweşand, ez kirim nêv çexa felek çerxê bi fitl û ger û dor, geh birme jêr geh birme jor Geh ez birim Sîpan û Tor, Cîhan li min kir wek xelek Xeşma dikî kes nake yar, dil tim bi qîrîn û hawar Wek leşgerê şahê Tetar, kirne li dor xêz û xelek Geh piştî ye geh hok e dil, geh îşk e geh badok e dil Geh bezme ye geh gog e dil, çogan bi dest yar birye şek Ser sot e geh arişt e dil, geh agirê Zerdeşt e dil Derya kelek sergeşt e dil, mişt û tijî geşt û kelek Geh mûm e geh perwan e dil, geh deşt e geh zozan e dil Gelyê derê Zîlan e dil, geh Qoçegêr geh tendûrek Geh bibil û şalûr e dil, geh ney e geh tembûr e dil Geh Dicle geh Xabûr e dil, geh sîper û bazê belek Ey dilberê dilgawirê, te dame ber wê awirê Cana dilovanyê bike, xeşmê li Tîrêj xwe mek.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz