Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Ez mam li hêvî,çav li ber derî Gelo kengî bê,ew şeng û zerî Dîsa bibînim,wê bejn û balê Wê xeml û xêzê, koviya ser serî Kêlîkê ez mam, ji nîşka ve hat Min got:Qey roj bû, li dinê hilat Rabûme piya,kir bû me sipas Dest li ser serî, me jêre kir pat Dinya sera ser, li min bû bihar Bişkivîn hemî, şitl û tirh û dar Bi destê min girt, herdu em meşîn Teksîke nûjen, em lê bûn siwar Me tewqe dikir, bi herdu destan Berê xwe me da, çiyayê kurdistan Li herdû hêla, riya em li ser Tev çîçek û gul, tev bax û bostan Lê şofêrê me, xortekî çeleng Li wî hişk dibûn, dest û pê û çeng Rêke xwar û mar, teng û berokaş Teksî dimeşî, bi semt û dereng çi pir çi hindik, li me bû êvar Reş kete erdê, dibû tar û bar Me dî rawstî, ew teksiya me Me got:ev kuye, got:baxê zinar Li wê em razan, bê derd û bê kul Jîna ser xwe ser, hate can û dil Berbanga sibê, em tev şiyar bûn Bi dengê şalûr, nalîna bilbil çiqa me dinêrî, li her çar kenar Tev gul û çîçek, hemî rez û dar Bayê sibê tê, çi nerm û hênik Xumxuma ava, ji kaniyên sar Li wan berpal û quntarêd çiya Qûtîna şivan, marmara miya Pez û berx û kar, pêk ve diçêrin Ji pencê çilo, ji rengêd giya Li wê em diman, du sê rojê xweş Geh rûdiniştin, geh bi ger û meş Hayê me nema, ji bayê felek Bê cam û bade, em mane ser xweş Ji wê em diçûn, bi dilnewazî Berê xwe me da, çiyaê mazî Keleha kurdan, ciyê beranan Xebat û karkir, bi serfirazî Em bi rê ketin, ji wir êvarê Berê xwe me da, keleha Darê Li jêra wêna, Cizîra rengîn çiya li jore, bajar li xwarê Piştî em gerîn, li kavil û wara Paşê me gotê: Ma kanî Dara Ku ferma dikir, li heft welatan Gelo ma ka ew, ziyayê mara Ka ew qehreman, ka ew keyûser Kanî ew sera, ew kom û leşker Salyan jêr dihat, ji milkê Aşûr Ji şahê Tûran, ji nik îskender Kanî ew heyam, ew çax û dewran Heyf û mixabin, ji wan kes neman îro em ketin, bin destê dijmin Hana me nîne, dinya me zindan Em bi rê ketin, bi dilkî birîn Berê xwe me da, Ameda rengîn Paytextê kurda, bi nav û bi deng Qîzên gulîsor, xortên di bengîn Me got: Ey Amed, paytextê kurdan Ka mediyêd mêr,ka dewleta wan Kanin ew gernas,ew box û beran Ka tac û şewket,ka textê Merwan Bi mer teba bûn,mêrxas û egîd Berê xwe me da,gora şêx Se`îd Gora fû`ad û Xalid û Extî Ji bona welat ew bûne şehîd Li ber kel û xak,me ser tewandin Hêstirên çavan, me pir rijandin Bi gora wana,me sûnd dixwarî Ji ser riya we,em nayên gerandin Wek berê rabin,xortan bikin kom Rawestin li hember,leşkerê Rom Li şûna bazan,wana dixwînin Kund û qiralk û sermezinê bûm Mitrib bidin ber, defan û sazan Ku ser xweş bibin, xortên di Zazan Bidin ser pişta, neyar û dijmin Paqijkin welat, ji wan berazan Em bi rê ketin, ji şehrê Amed Berê xwe me da, Zozan û Sehed Ji wê em diçûn, Sîpan û Xelat Xana leterê, geliyê Siyamed Pirsîme ji wî, geliyê kûr û teng Ma ka Siyamed, ew nalîn û deng Ma ka ew koviyê, jar û birîndar Gelo ka Xecê, ew Xeca çeleng Ka ew darbi`îv, ka ew gunehkar Kanî ew bira, ew hemdem û yar Kanî ew heval, kanî ew hogir Ma kanî ew hesp, ew gem û hevsar Dengek hate min, ji jêra gelî Got: Ew demê xweş li wan çûn gilî Heyamên dirêj, di ser wan re çûn Ku deng û pejin, ji tevda bilî Carek bipirsî, ji xwendevana Ji mêjiwa kurd, ji kalê zemana Ji Emîn Zekî, ji dektor Kamûran Seydayê Hişyar, mervên di zana Me dixwest bibînin, tirba wan yara Berfê girtibû, gelî û zinara Sîpan seran ser, sipî weke hêk Ne xuya bûn ji bil, gulyên di dara Ji serman me tişt, nema di bîrê Berê xwe me da, şehrê Cizîrê Bajarekî xweş, ne berf û serma Hemî dehl û rez, darên kenêra Gelek keç û xort, di gel me civîn Em diçûne ser, tirba Mem û Zîn Cihkî ne pendî, li dev newalê Jar û belengaz, nêv xakê zemîn Me got: Ey felek, bê bext û dîn Gelo ka Memê, ma kanî ew Zîn Ka mîrê Botan, ka Hêzebûnê Ma kanî Bekir, Sitî û tacdîn Gelo kanî Gurgîn, ka ew kurê genc Ka çeko û Arif, ew mirovên qenc Ka ew şaneşîn, ka ew sera Zîn Ka ew lîskên wan, ew nerd û setrenc Dengek hate min, nalînek şewat Can û ceger û dilê min dipat Ew dengê Zîna, jar û belengaz Got: Seyda gelek, bi xêrê tu hat Eger dipirsî, li me du yara Li me bêkesa, li me hejara Em bûbûn qajik, di nav dirana Di dev ne merdan, di dev neyara Eşqa me daket, sûk û dikana Em bûbûn çîrok, li ser zimana Tiştê ku hatî, serê min û Mem Neyê bi serê, ma tu însana Ji vê cîhanê, dema me barkir Berê xwe me da, bihişta nemir Reqs û govendek, giran gerya bû Li serê dîlanê, gelacê Bekir Bi kum û kolos, bi şal û şapik Desmalek di dest, yê dî di kêlek Li nav govendê, diçû û dihat Wekî canbazan, bi lav û dîlek Keçan û xortan, didan teniştê Wî gazî dikir, kesê bihiştê Werin govenda, Memê û Zînê Werin semayê, seyran û geştê Me gote wî ey seyê ber derî Heya bi vir jî, tu ji me nagerî Bi ber min ve hat, bi piştexuzî Bi çavên di şil, dida ber girî Got:li min megir, çibû çawa bû Ne ji min bû ey Zîn, emrê xweda bû Mervê gunehkar, ne bi destê xwe ye Ezman û qade, ji yek cuda bûn Bawerke ey Zîn, ku pakê yezdan Mehra we birî, di baxê ridwan Bi daxwza xwe, hûn herdû şa bûn Emjî ji bo we, bûne dergevan Pêrgî me hatin, perî û firişt Bû kêf û şahî, di baxê bihişt Got: Xem mexun, ev govnda weye Xweda ahê we, ji wan ra nehêşt Ji wê vegeriyan, bi dil kesîrî Em çûne hicra, melê cizîrî Hicrekî vala, çi sar û bêkes Ne kes li hundir, ne li ber derî Min gote: hicra, hejar û xemgîn Gelo ka mela, ka îlm û zanîn Seydayê edeb, ristevanê jîr Mamostayê hêja, ew pîrê evîn Dengek hate min, axînek giran Got: Li min bûrîn, pir çax û zeman Kesî ne kiriye, wekî te ev pirs Ne torevana, ne jî tu xwendan Carek bipirsî, ji dewr û dema Ji kevrêd çiya, ji avêd çema Wê bersiva te, ewê xweş bidin Tîrêj bes bikêş, va derd û xema çûne di vê rê, mîna te gelek Edîb û zana, xwenda û serek Ne gîha ne dawî, çûn dil bi hesret Tu tişt nenasîn, ji çerxa felek Ji wê em diçûn,hêla çemê şet Dema çavê me,li Birca Belek ket Axînek giran,min veda û got Ka ew dem û dor ka tac û şewket Kanî Bedirxan, ka ew beg û mîr Qehremanê kurd, şahê cîhangîr Kanîn ew gernas, ew kom û civat Kanîn ew rêber, kanîn ew wezîr Kanîn ew koçer, kanîn ew eşîr Kanîn ew xezal, ew rav û nêçîr Ka kêf û şahî, ka cejn û newroz Kanîn ew mêrxas, xwedî gurz û şûr Kanîn keryên pez, kanîn ew şivan Ka ew keç û xort, kanîn berîvan Ka bihara şîn, ka gul û beybûn Ka swar û cirîd, ew geşt û seyran Pêkve hemî çûn, bi şahiya dil Ji bo me hiştin, ev derd û ev kul çax û zemanên, me pir xirabin Bextê me reşe, ji rengê bilbil Tîrêj de bigrî binale hevdem Hêstirê çavan, birêje wek çem Ji kerbê feleka bê bext û zalim Li me wergerand ew çax û ew dem Zimîn ket bircê, ji ser heya bin Nalînek dirêj, hate guhê min Got: Zû dipirsî, li min tu seyda Te tevrakirin derd û kulê min Ji bil te ev pirs, nekirye kesî Mêrga cîhanê, li min çilmisî Wekî tu zanî, Birca Belek bûm Ez bi leşker û tac û serok bûm Rohelatê navîn, du paytext hebûn Di wê heyamê, ji wan ez yek bûm Ku Qeyserê Rom, şahê Xuwarzem Ji derya Sipî, ta xakê Ecem Ser ditewandin, li dergehê min Wan bi kolatî,her gav û her dem Ji min dûr ketin, ew mîr û begler Ew kom û civat, ew tac û leşker îro ez ketim, bin destê dijmin Bûme ji wan re, tev şop û pêger Xan û manên min, tev kirin wêran Kavil kirin ew sera û eywan Reng û nîşanên,min tev guhartin Wa li ser banê min, alaya tirkan Em birêketin, nêzika îydê Berê xwe me da, wê Bayezîdê Ew cih û warê, melayê Xanê Hebû me hêvî,ji wî umîdê Pêrgî me hatin, pir yar û heval Gelek keç û xort, gelek pîr û kal Li dor me civîn, xortên dilawer Wan bi mehrevanî, em dibirin mal Qadeke bilind, li jorê banî Li ser wê gora, melayê Xanî Em tev piyade, hilkişîne jor Baqên gulên sor, me li ser danî Me ser tewandin û dest dibestin Kêleke giran, em tev dimestin Bi tore ji bo, feylesofê kurd Wisa em diman, heta diwestin Paşê rûniştin, em tev li dorê Me got: Bilbilê, şirnax û Torê Barê tey giran, maye di mil de Kedera welat, bi ter çû gorê Ezê bibêjim, bikî tu bawer Canê tey şêrîn, di gel me yawer Toreya kurdî, dîroka welat Te rohnî kirin, bi dir û gewher Dengek hate min, ji rengê zengil Li min disotî, hinav û hem dil Ew deng û zarê melayê Xanî Xweştir ji dengê şalûr û bilbil Got:Ku ka edeb, ji wer min danî Dîroka kurdî, me da xuyanî Ta kes ne bêjin, ku miletê kurd Hov û nezane, hem bê zimanî Divê miletê, bê xwendin û kar Bikî xebatê, bi roj û êvar Bo xakê welat, xwînê birêjî Yan azad bibî, yan bimre yek car Li wir didayê, me soz û peyman Bi xwîna şêx Seîd, bi gora Kerîm xan Rêc û şopa we em qet bernadin Jîna kurdistan û yan jî neman Em bi rê ketin, ji şehrê Xanî Berê xwe me da,welatê banî Em çûne kanya, xwîna şehîdan şehrê Mehabad, bûka cîhanê Ji dil me hilda, pêteke şewat Wek pêlê derya, hilat û dahat çûne ser gora, Qadî Mihemed Can fedayê kurd, şehîdê welat Me dest vebesta, li ser wê gorê Paşê roniştin, em tev li dorê Me gote Qadî, kurd va li karin Ji çayê Berzan, heyanî Torê Bes rabe ser xwe, hem yar û hem dem Ev xew ne çak e, ev çax û ev dem Xebat pir xweş e, di vî zemanî Leşker bikiv rêz, li hember Ecem Va kurd bi carek, hemî li karin Tev bi sîlah in, bi kar û barin şîhîn ji hespan, xweş tên didin deng Pîkolê dikin, bo şer li karin Em bi rê ketin, ji kul û derdan Berêxwe me da,xakê nav berdan Ji wê em diçûn, şehrê Gilala Cihê Berzanî, paytextê kurdan çend rojên di xweş, em li wir diman Gerrek me dida, wa deşt û zozan çiqa me dinêrî,ew şax û zinar Hemî pêşmergên, me yên pehlewan Ji wê em diçûn, şehrê Xaneqîn Geliyê Elî beg, şengal û Hemrîn Paşê zivirîn, mêrga şimamok Navbera deşt û çiyayê Sefîn Serê reşkonan, ji mev xuya bû Dengê marîna, berx û miya bû Bêhna çîçek û gulên biharê Dihat me di gel bayê seba bû Pêrgî me hatin, gelek mêr û jin Wê gavê tiştek, hate bîra min Gora Ciwan û Keja belengaz Ew bê mirad û jar û emirkin Hilkişîn çiyê, berê me li jor Bi dest me gulên, kesk û zer û sor Dema em gîhan, nik herdu yaran Me gul reşandin, li ser kêl û gor Nerînek dirêj, me li wan dimêzand Nalînek giran, ji dil me kişand Feleka bêbext, mirina malxirab Destê herdiwan, ji hev raqetand Piştî demên xweş, civînêd şeba Ew mane îro, di nêv hov û teba Li ber gumîna,ewran û tava Berf û barana, wan pêlên di ba Demek ponijîn, bê hêvî diman Ji vê feleka,bê bext û eman Kanîn evîndar, kanîn ew edîb Kanîn ew zana,kanîn qehreman Ew tev li pêşya, me çûne gorê Em jî li pê wan, yek yek bi dorê Dest nayê hildan, li ber cansitîn Tê me bi xurtî, kotek û zorê Piştî me zanî, ev dinya betal Ku jêre nîne, tu dost û heval Ji çiyayê Sefîn, bi dilekî kul Em polî poşman, vegeryane mal Tîrêj bi rastî, ku daye zanîn Gewher ji derya, hiş wî deranîn Ji dîroka welat, ewî çend rûpel Ji bona milet, daye xuyanîn *Rêzkirina tîpan: Mişel(bavê Nisrîn) Ibrahîm(bavê şêrîn) **tirej.name©2007

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz