Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Hela carek bi şîn kev tu ey baxê dilê min Bibişkivin ji xaran binefş û sorgulê min Ku li deşta dil û can bibî benga beharê Ta ku têde bixwînî şalûr û bilbilê min Ku li derya evînê bibî mûran û bager Pêl xwe bidin ser pêlan Ferat û Dicleyê min Li kenar û delavan di nêv baxên gulîzar Bikin seyran û geştî nejad û ew gelê min Sê par ji vê jîna min çûn bi xem û xeyala hêz û hemet neman qet di pêgav û milê min berî mirna malxerab mi`l darbestê dirêjkî xweşî bête dil û can bi derkevin kulê min çend helbest û dîrokan ji bo millet bihêlin heta ku pê mijûl bin civet û komelê min ew hêvî û ûmîda Tîrêje her şev û roj çêtir ji zêr û gewher ew xêzên rûpelê min

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz