Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Xameya nazdar û çalak, sebr û şêrîna dila Destegîra xwendevana hemdema derd û kula Bendê qanûna digel dîwan û tarîx û edeb Tu li pê hev dinvîsî ji dema qal û bela Ma tu naweste wekî min digirî tub şev û roj Hêstiran herdem dibarînî li ser van rûpela îske îske serlijêre rondika nakî betal Tu li ser jar û esîr û pakrewan û şêrgela Tu zirav her dem dirêsî lê tu bê nalîn û deng Bawerim ez ji kevin de tu bi van êş û bela Pa xwezî carek mi zanîba bi êşa tey giran Minê Nafiz banya ser te ji gorê mezela Dar û derman minê anîba ji çar goşê dinê Heb û derzî minê çêbikra ji tuxmê sorgula şîr di çermê şêr de anîba ji ter bikra şerab şebnema xunça bi derxista ji niklê bilbila Lê mixabin wek mi pîr bûye li te ev jan û êş Fêde nakin dar û derman ne niviştokê mela Were em herdû bi yek bin çi ku êşa me b yeke Em bidin ber hev dijî pîs û qirêj û çepela Haştiyê îro bixwazin em di vê dewra dinê Da neyê me gumguma sarûx û dengê qumbela Wê çike Tîrêj şikeft ku teng be ço tê hilneyê Kar û barê gel girane daye ser herdû mila.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz