Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Seyda: Felek zalim bi mer êdî çi doze Di îşê ted xeber nadî tu xam e Bi mer herdem bi kîn û bi poze Li dunyayê tu bû qîr û bela me Felek: Ez im çerx û felek her wek tu zanî Di destê min de dûlaba cîhanî çi milet ku li ber min desthilanî Li dunyayê geda û bê geram e Seyda: Ez im bê şek kurê guhderz û kawa Kurê Rustem kurê Xesro û Cemşîd Li ber te ez tucar ser natewînim Firaz û serbilindî ‘adeta me Felek: Heya wa bî ewê halê te ev bî Tu naghêjî tu daxwaz û mirada Bizan kîna min pir dijwar e kurdo Gelek wek te xwe davên ber siya me Seyda: Bi kêmasî tucar nayême rayê Me pir şerme ji wan box û berane Ezê çawa serî hildim bi qelsî Li ber tarîxê kanî bersiva me Felek: Tu bawer be ez im dîrok û tarîx Ez im qheremanê çerxê gerdûn Timî rojê dişînim ber bi ava Dikim tarî li yê nakî bi ya me Seyda: Xwedî mafim ne wek te xûz û xwarim Ku ew mafê bi destê te mi navê Heqî zor e qelen gorî û xwîn e Ezê bînim bi gurz û şûr û qam e Felek: Gelo najo serê hespê xwe nagir Li çar hawîr tu binêre ey tu kurdo Neyarin tev bi tang û top û leşker Mecal teng e û meydan ber qiyamê Seyda: Werîn bîra xwe aşûr û sikender Ewan salyan dişandin textê dara Ez im nevyê ewan gernas ê mêra Ez im şevgêr li hevrazê çiya me Felek: Di kurdistan de çar sînor me danî Xwedî min kir biyanî têde îro Di nêv xaka xwe de bê pişk û pare Tu tê de wek xerîbê misr ê şam e Seyda: Wê rojek bê ku şîrora hilînin Wê çar perçê welat dîsa bibn yek Eger ku ez nekim hinga ne kurdim Ne xurdê şewket û tac û sera me Felek: Gelek pesnê xwe med êdî li ber min Bi te çavê mi qet bar nabi kurdo Li meydanê emê hevdû bibînin Kiye axa ji me kîja xulame Seyda: Pesindîdim ji dewra bav û kala Ku bapîrê min deng dabûn cîhanê Ji bîr mek imapratora mîtanî Weîn bîra xwe mîdya dewleta me Felek: Nekev kir min tu gelkî şaşe kurdo Wekî dojim ter û hişk ez disojim Ez im bager ez im bahoz û serma Ku serdar û şehê roj û şeva me Seyda: Bila l’enya te bî ev şerm û ev ar Li jor e tim tu qet nayête zeftê Bi xwîna te tucar tihna mi naşkê Hênik nabî li dunyayê kela me Felek: Ji ber şûrêm xwe bid alîkî kurdo Gelek tûj e me avdaye bi jehrê Li kê dim ew birîn lê nabe derman Ez im jana zirav ez êş û ta me Seyda: Di destê min de şûrê rustemê zal Di destê dê de mertal ji pola Siwarê hespê rehwanî kumêtim Di meydanê de rengê birq û ba me Felek: Xelas nabî ji destê min tu kurdo Eger vêga tu bighêje sitêra Cîhan wekî tara bêjine li ber min Li ber çavê min tim dorbîn û cam e Felek: Tu destê xwe bi destê min îro Nifir bê fêdene kurdê dilawer Gelek milet ji diyê berze bûne Hemî qir bûn dijî şop û riya me Seyda: Di dunyê de qir nabin tucarî Di tarîxê de pir koka mi kûre Gelek dewr û demên dijwar mi dîtin Tu xweş zanî venemrî ew çira me Felek: Gelek wek te me kir jar û belengaz Gelek min ew kirin paşa û serzar Di cîna de mij û moran û tozim Di cîna de wekî baxê gula me Seyda: Li hember te wekî şêra bimînim Ji te bêbawerim her dem ne dostê Tucar darê xwe danînim bi dîlî Te dil xweşyek li dunyayê ne da me Felek: çiqas sertî dil û gurçik ji pola Yeqîn pola tucar naxwî ji pola Bese êdî kezeb me l’hevdû reş kir Li gor fikra xwe her yek berdewame Seyda: Tu bawer be li ser mafê xwe ser tim Ne kêm im ez xwedî tarîx û torim Gelek şerme ku ez darê xwe deynim Bi goriya hêtirê çavê diya me Felek: Bi ya min bik bi dahola demê re Serê govendê bigir û pî li ba ke Tu dê bighêje daxwaza xwe kurdo Bi soz êdî zirar nayê ji ba me Seyda: Ji xortên dilşewat ez bendewarim Bi zanîn û bi xwendin bên xebatê Wekê tîrêj dibê tev de bibin yek Bi bişkêvin ji xarê sorgula me. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz