Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Dema min çû bi valatî me tiştek jê neda ser hev Riwa min bir bi ava çû di bû tarî li min bû şev Ciwaniyê dev ji min berda ji semta min gelek dûrket çiqa min bankirî hove neda derdo ne da bersev Xwezî rojek tenê jaro ciwanî ew bihata min Minê derd û kul û êşê xwe jêre tev bi gota b`dev Keç û qîzik diçin avê dibêjin roj bi xêr apo Tu kale dest bi gopale xwe bid alî ji rê derkev Wekî dodo qulingvanê bi deng naşî dibêm dodo Xwe deyne va quling hatin dirava wê bi tirsin tev Mi da bû pey evîna dilber lê qey nebû qismet Me çav û gav xortanî li ser kir hê ne bes bû ev Tiyê işq û evînê bû şev û roj meh û salan Belê çipkim heya vêga ne noşî min ji kanya dev Ji ber jana evînê dil seraser tim birîndare ezê çipkim birîn kûre bi dermana nema tê hev Evîn ku ew bibe xortik bi sond min dê bikuşta ew Li darbestê dirêj bikra li ser naxistiba çerçef Kefen bikra ji qerpalê belngazêd evîndara Minê dahiştba gora reş û tarî wekî bandev Li kêla ber serî daniya dû-sê xêzên di wêta reş Eve warê te bengoro gonehkaro bese rakev Ji nû tîrêj ewê qîrek bidaye dil bi mizgînî Bese êdî rehet rûnê dilê xemgîn nema peykev. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz