Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Sorgul di baxan bkivin Mizgîn li bilbil bû buhar çendik didan dora gulê şebnem li ser xuncê vexwar Ew badeya şêrîn li ber Xweş lê dibû şîr û şeker Sewda mejî avête ser Cîhan li ber bû tar û bar Ew bade bû lê wek zirav Sor bûn li wî qapax û çav Serxweş ketî ber wext û gav Rondik ji çavan têne xwar Rondik li pê hev bone cok Rabû li ser yara xwe got Cerg û dilê min tev disot Min got wî murxê hejar Besbes bike fîxan û deng Te l’xwe şikandin bask û çeng Avête dil min dest xudeng Derd û kulêm nayên jimar Megrî gelek wek te hene Derdê mi jê wek yê tene şîn û girî bê sude ne Qed fêde nakî zarezar Bextê te yê reş wek tenî Her dem bi lewm û gazinî Tu bilbilê baxê minî Wer da bibin em dost û yar Ev derd û êşên ku hene Ma qey timî para mene Yan em li dinê zêdenê Qirbûn li ser me bû qerar Destê xwe bid min ez benî Xweş hemdemê renga minî îro li vê dewra genî Destê me nînin tev neyar Carek li hev rûnên hema Ber kanî û av û çema Derkin ji dil derd û xema Seyran bikin em war bi war Me erd û ezmanek hebû Cê bav û bapîrê me bû Bosteke dijmin tê nebû Va bûye ew çar pişk û par Raste erê em têdene Reswa û bend û kolene Bin destê neyarê xwene Hin girtî û hin jî ferar Kurd heft hezar sal ew hebûn Gernasê ser xaka xwe bûn Kardox pêşiyê me bûn Mîtan û mîd û şehsiwar Ta em nebin yek wek bira Nabin xwedî tac û sera Dijmin wekî hirç û gura Me ji hev dikin sed perç û par Tim hêviya tîrêje ev Destê biratiyê bidne hev Rojê li dijmin bikne şev Rizgar bikin herçar kenar Ey bilbilê mest û hezîn Hinga li me tê hev birîn Pir xweş dibin işq û evîn Der tên ji dil ev pêt û ar. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz