Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Min nema hêvî ji gişta nazenîn Min ji wan şox û şepalan daye dil Nema xemkêş im li rû xakê zemîn Min ji wan fikr û mitala daye dil Ne nêçîrvan im li rû deşta evîn Min ji wan ahû xezalan daye dil Ez ne bazî me bi min ravê bikin Min ji wan mirxên li bala daye dil Ne Mem im bi xwe aşiqê Zîn Min ji wan zîndan û çala daye dil Ne jî Ferhad im evîndarê şêrîn Min ji wan gustîl û lala daye dil Ne Siyamend im li Sîpan har û dîn Min ji Xec û yar û hevala daye dil Ne ez im mirvê bi rûxweş zikreşîn Min ji wan xaltîk û xala daye dil Ne jî perwan im li dor mûma geşîn Min ji wan çîçek û lala daye dil Ne jî serxoş im li ser masa evîn Min ji wan cam û piyala daye dil Ta hebim êdî nema rûgeş divên Min ji wan naz û delalan daye dil Ne ez im derwêşê keşkûlê hilîn Min ji wan berbejn û fala daye dil Min ku Tîrêj im ne bê ol im û dîn Min ji wan peyvên di vala daye dil

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz