Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Xortê jîr û xwendevan, çare û ûmîda millet Rabe ji xew tu carek, serê roja me derket Xwe rapêçe birader, ji bo kar û xebatê Kes nema ye di xew de, cîhan pêk ve li hev ket Li çar kenar û hawêr, şer û halan û ceng e Karwanê riya jînê, binêre va bi rê ket Li şûna wara nemînî, dem pir xweş e birader Divê wextê ne mane, tu kes bê al û şewket Ger ranebî tu ser xwe, welat bi pêş ve naçî Ew rêberên milletan, tev wek te ne bi himet Welatê xwe bi zorê, ji bin destan deranîn Ketin rûpelê tarîx, bi mêranî bi şuhret Heta ku em wisabin, dê tim halê me ev be Perîşan û belengaz, jar û bê ser û sikket Tu guhdêrî li Tîrêj, pesin dide ji bo te Dest hilînî bi merdî, xweş bijî ev dem û wext.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz