Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Ey welat ez can fidayê, deşt û zozanê te me Can fidayê av û dehl û bax û bîstanê te me Sûnd û peyman bî, li ser min, dê te parêz kim welat Xwîna narincî birêjim, merdê pêwanê te me Dest li ser darê tifing im, şog ji erdê nabirim Pa Sîpan û leşkerê armanc û nîşanê te me Can bisojim, dê bi pêt û agirê cenga welat Agirê Zerdeşt bî, ez bi xwe perwanê te me Bostekê ez ji te nadim, bi welatê Hind û çîn Tu bihişta millt e, ez şûr û gerdanî te me Dê bibirim, ez bi şûr û xenceran, destê çepel Hîmê bintar û asasê, birc û eywanê te me Dê bi hêz û hinera xwe, ez te parêz kim welat Ala rengîn jor ve hildim, ez li ser banê te me Rengê tîrêj û birûskan, dê xwe berdim ser neyar Ser bind im bê guman, pêşmergê Barzanî te me *www.tirej.info **Rêzkirina tîpan: -Mişel Osman(bavê Nisrîn) -Ibrahîm Ebdî(bavê şêrîn

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz