Can fidayê gel, şehîdê welat
Em dikin pîroz, cejna te b`şewat
Ku te bi merdî, emrê xwe`y ciwan
Di rîya millet, te daye qurban
Ne em tenê, lê cîhan sera ser
Cejna te bikin, li her cih û der
Em ji nêv baxa, gula dicivînin
Li ser gora te, xweş direşînin
Li ser kêla te, şehîdê dilêr
Em dihêvêsin, bi ava zîv û zêr
Em didin zanîn, kar û barê te
Em nîşan didin, cih û warê te
Gora te weke, baxê uhiştê
Heval û hogir, tev tên teniştê
Dê û bavê te, bira û pismam
Ap û xalê te, ew xuşk û dotmam
Li dor gora te, dibin wek xelek
Hêstran dirêjin, ji çavên belek
Tu can fidayê, kar û xebat î
Hem tu kuştîyê, jîna welat î
Herdem di dil û di hinavê me
Tim sawêra te, li ber çavê me
Tu comerdtir î, ji me yeka yek
Bi çoganê te, goga me çê şeg
Bi wê xwîna te, li ser teht û lat
Kilîşek çêbû, bi rengê welat
Ew deşt û zozan, ew mêrg û kanî
Di xwîna te de, tev dan xuyanî
Ala bi rengê kesk û zer û sor
Bi hinera te, me hildaye jor
Ew prçeyê sor, ye erxêwanî
Rengê xwîna te, me têde danî
Mûma jîna te, ya agir pêket
Ji pirîskêd wê, çira me vêket
çar goşê welat, tev kirye pertew
Li me bû rohnî, li ser te bû şew
Te bi vî rengî, qîma xwe anî
Te ji kok birî, jîna ciwanî
Bi qsî tav û ewrêd bihara
Rehmet ji devê, me dst û yara
Di gel hêstran dikin diyarî
Li ser gora te, herdem bibarî
Tîrêj bi pesin û bi fexir û nazî
Cejna te dike, bi ser firazî….
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön