Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Tu guhdêre çi bêjim, kurê min ey tu Dara Cewher ji ter birêjim, ji bîr meke tucara çax û dem ey kurê baş, karwan e tim li rê ye Eger tu jê ma li paş, tê bimînî li wara Jê yêd nezan tu dûr be, kambax û mal wêran in Bi zana ra mijûl be, ji wan pir bik tu yara Civîna mervê zana, tev hiş û hîn û zanîn Lê civata nezana, wek axurê dewara Meke bawer kurê min, ji gelaca çi gotin Tu bawer be li nêk min, weha gotin du cara Dilxweş ke yê dil bi xem, dilê kesî mehêle Dilovan be tu her dem, digel xizan û jara Bi gotin û peyvên xweş, tu dikarî bi derxe Ji wan cihê teng û reş, tûpişk û kore mara Bike xebat bo welat, wekî bavê xwe Tîrêj Bike çiqa ji te hat, nemîn ji pişk û para *www.tirej.info **Rêzkirina tîpan: -Mişel Osman(bavê Nisrîn) -Ibrahîm Ebdî(bavê şêrîn

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz