Ey Gelê Kurd, tev bibin Yek
Dest bidin hev wek Bira
Dahola Cengê li darxin
Hûn li meydana şer a
Firsetê îro ji dest xwe
Bernedin, dem ya we ye
Ala kesk û sor û zer
Hildin li ser xan û sera
Serxwebûna milletan
Nayê bi sed ax û xwezî
Dest bidin hev merdino
Da hûn nebin şîva gura
Dewleta Baz kurê Dostik
Hûn vejînin, wek berê
Dameya Farqîn bi derxin
Hûn ji destê zorkera
Rengê Guvara li meydanê
Bikin qîr û hewar
Tola Bapîra hilînin
Hûn bi şûr û xencera
Ger nekî kar û xebatê!
Tu di ber xwe`d ey millet
Tê wisa bindest bimînî
Serxwebûn nayê ji te ra
Dest bide destê hemî
şoreşgerê dewra Cîhan
Guh bide xêzên di Tîrêj
Êdî bes a min j`te ra.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön