Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
hate hundir ew ji nişka ve,li min çog lerizîn Ji piyan ketme bi carek dest û pê tev tevizîn Rist û berbisk û guhar û gerdenî xemla giran Lê dixun tu d bê ji malbat û nejadê Hurmizên Wek Memê hundir û der bûne li min baxê di mîr Cejn û newroza mine ku bê civan hatiye zîn Em ketin warê evînê bê hiş û sewda di mam Wek Beko gundî û cîran li min û yar qelizîn Bes li dunyayê ji mer `işq û evînî sosrete Pêjn û sawêrek ji kû bê em ji tirsa d qevizîn Bi gilî û gazinan derdê xwe mej hev re digot Dil li me bûye birîn hestî bi xwe tev derizîn Ew birîn û dax û derz û derd û kovanên di dil Bûne wek çavî û cokan, tev bi xûnê çirizîn Paxil û pêsîr vekir yar paşê destûra me da Dest û tilyên me li ser gerden û sîngê leyizîn Hate fermana gelê Ermen ji Dergahê bilind Ê ku ew berbat kirin Tirk bûn ne Kurd û çerkezîn Herdû destan du êrîş berdane himbêzê mezin Min ji baxê dîlberê îro du sêvê sor gezîn Dêm û çav û rû bi carek ketne ber maç û gezan Ku li ber lingan kum û kolos û kofî pengizîn Ewrekî reş girte ser xakî cîhan ro berze bû Bisk û cênîk ku li ser rûkê sipî da berizîn Min li ser sing û berê taze bi şeşrengê dilîst Hil û mircan bûn berik pêkve ji ta tev beyizîn Daketin cengê rex û ferzîn û fîl û kerkedan Keleha şah çû ji dest leşker ji meydanê bezîn Bi meya denê evînê herdû em serxweş dibûn şerbeta işqê vexwarî min ji lêvê qurmizîn Min di vê jîna xwede xweştir ji vê rojê nedî şabaş ev dana xwedê ye têde em vedgevizîn Min ji bo nîşan ber û paxil hemî yoxilme kir Kil û kildan şeh û neynik min ji bêrîkê dizîn. Ey Tîrêjê dil bi kul bes rabe dîwar bi guhin Mîr eger bêb ser me de em dê di çalêd birizîn

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz