Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Feryad û sed ax û eman Ez ketme ber êş û bela Heyfa evî emrê ciwan Min daye ber derd û kula Derdan di dil min dane şax Bihar li min bû wek tebax Mêrga dil û can çilmisî Hişkbûne hewdê sorgula Hişk bûn li dil mêrg û çîman Teyr û tilûr qet tê nema îro ji wî baxî bilî Awaz û dengê bilbila şalûr û bilbil mirxê baz Qumrî, quling, şahîn û qaz Tev jê firîn derketne der Ma warê bûm û qertela Tîrêj bese qîr û hewar Emrê çûyî lê nabe çar Kêf û xweşî îro li dil Bêne wekî salêd xela

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz