Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Welatê min timî şîne buhar û mêrg û naraze Hemî av û çem û kanî çiya tim berf li hevraze Kilîşek pir bi nîşane ku destê qudretê danî Di sînga rojhilatê de pesindîde gelek naze Zozan û Serhed û Bîngol Ararat û Ezerbîcan çiyayê Reşt û zaxrosê li dorê kirne perwaze Li jor û jêr li rast û çep çîmengah û gulîzarin Ferat û Ducle û Xabûr ji nêv dertên bi endaze Gelî û dehl devî û şewl cihê şêr û pilinga ne Di pozê lat û zinaran hêlîna bilbil û baze Buhayê bostekê nakin welatê çîn û Maçînê Beranber mêwekî nabin rez û baxên di şîraze çi pesnê wê bidim îro bi dev xamê timî kême Durek nasifte kurdistan di dest tola û tolaze Bi çavsorî sitemkarî dixwî xêra welatê min Bi zêr û dexl û danê min çiqa ew jîr û canbaze çi milet ku welatê xwe bi dest dijmin ve ew berdî Di dunyayê de pir kême timî jar û belengaze Li cîhan ku nebî jêre welat û erd û ezmanek Xulam û bend û kola perîşan li yek aze Bi darê kotek û zorê welatê xwe ku nestînî Nemîne ew li dunyayê bela bimre nexêrxwaze Wekî Tîrêj dibê ta kurd tevayî ranebî ser xwe Ji bin destê neyaran ew tucar nabî serfiraze.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz