Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Kamîranê dilovan tu bi nav û nîşanî Li kurdistan tu îro keyxusrewê zemanî şewqa roja me ya nû dida welat seraser Rohnî dikir çol û deşt heya zozanê banî Ew sitêra mey bilind şeveq dida cîhanê çi karwan û çi rêwî wextê xwe pê dizanî Belê mîrê mi îro çiqasî em dinêrin Li ezmanê me kurda nema dikin xuyanî Gelo mij û mûranê sî girtiye ser wana Ji vî bextê meyî reş nakin rohnî li banî Diwêt eger nama be emê ji ter bişînin Li ser baskên di teyran ji xwîna erxewanî Qelem eger nema bin tilyên keçan û bûkan Bikin qurz û bişînin qelemin wek tu zanî Qelen çiqa biha be, ji ber nadin xwe alî Têde bidin mal û milk digel jîna ciwanî Stêr û roja xwe îro wek berê em dixwazin Ji kulek û pencera şewq bidin her xanî Ji hozanê mey bilind Tîrêj ûmîdeware Ko bide bersiva wî belê neb dilgiranî. (Civînek min digel D-Kamîran li Libnanê di sala (1943) ev helbest min diyarî wî kir ji ber ku Sitêr û Roja nû bi destê wî ji Libnanê ji mer dihatin lê du sê meha ew herdu rojname hatin birrîn û nema derdiketin ji ber vê yekê pirsa me ev bû. Lê mîrê mey hêja dîsa ji mere şandin.)

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz