Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Ey kovara metînê tu pir bilind û paye Ji me torevana tu wek baxê gula ye Tu dehlek şînî ji her êmîşê têda Sêv û bîhûk û hirmê li hevrazê çiyayê Refê quling û qazan li jorê tim dirêsin Keşwer bi paytextê şalûr û bilbila ye Kel û germa havînê ya tîrmeh û tebaxê Havîngeh û buhara dil bi kul û xemaye Kul û derdê xwe têda ji bîr dikin bi carek şerbet û badeya min tu dermanê dila ye Ez têda xweş dibînim ilmê melayê xanî Ew felsefa cezîrî neqşên li eûpela ye Ez dîwanên cegerxwîn şi`rên hejar û bêkes Teva têde dibînim xweş ders û xwendega ye Qanûna zend evesta ferşekin di neqşê manî Heya bi ilmê tûrik hemû têde xuya be Dema ku ez dixwînim dibim pespûr û zana Mezdik li ku dimîne ne hinber û ne taye Nadim bi dir û cewher bi yaqût û bi elmas Li ber dilê mi herdem tu hê pirtir buhaye Sed aferim ji wan re pir karekî sizaye Bi hêvî me ji yezdan wekî heyvê tu her meh Ji bo me berdewam be tu xweş heval û bira ye Tîrêj timî binoşî ji kaniya metînê Wekî tîkî rêwinda li xakî kerbela ye. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz