Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Tu mizgîn û xelat e ey kova xunavê Ji dilkî pak û paqij li te dikim silavê Bi hêvî û omîdim tu herdem berdewam be Ji bona xwendevana di her wext û gavê Tu heft salî ciwanê pir bi şewq û şemal e Ayetên te dixwînim li ber wê şewq û tavê Gerek her dem tu carek wekî heyvê xuya be Gelek derenge sê meh ta neqşekê tu bavê Tarîx û tor û edeb hemî têda dibînim çikim ji mal û milka ji cewher û diravê Bi temtêla xwe zax e lata me torevania Bi keysem û fesal û şox û bejn zirav Di xemlê da dibînim negar û neqşê manî Ewesteya zerdeşt roj û şeveq dinalî Tu kurdistan sernser bê wê şewqa xwe şakir Tu naraz û buhare bêhna misk û gulavê Du dotmama welate wê rojek bê ne dûre Te bighêzin bi berbû jimara dê û bavê Ew roja serxwebûne ey bûka ser bi xêlî Tîrêj here ji dêvlê silava bik li zava. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz