Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Xorto guhbidêre da tu carek Ger ku der cîhan hebî te yarek Mespêre wê dil, tu zû bi carek Te ji rê nebin, guhar û dendûş Dendûş û guhar û mor û mircan Sotin pir gelek, dil û gelek can Ew ava di nêva, herdu lêvan Jê venexwe da nebî tu serxoş Ew ava ji dev, dizê du par e Cam jê tije ye, ew tim li kar e Yan meyxweş e, ew û yan jî jahr e Jê fir bike, hindikî tu binoş Jê tam bike, ka gelo çawa ye şêrîn e û yan jî tehl e daye Ger tehl bî bizan, ji ter seza ye Jê têr vexwe, wek şeraba meyxoş Têx bendê li ser tu raxe çerçef Camê tijeke ji kaniya dev Meza te be, çav û dêm di mersef Xweş rûnê li ber û ser bikî doş Qurtek tu ji cameyê bi dev de Parîk tu ji mezeyê bi ser de Da şahî, xeman ji dil bi derde Ev jîna tu tê, bi tune mefroş Ev jîna tu tê de, ey birader Mirna malxerab, bizan li pêşber Peyvên me ji xwe`r bikî tu rêber Navêjî bi tune û belatewş Ew cama tijî wek ava Kewser Dest pêke vexwe bi navê dîlber Pesnê yar bidî, tu her ji ezber Wek Xanî û her wekî Siyapûş Heta tu bijî di der cîhane Her lêxe medê tu muhletane Paşayê mezin, bizan xwedan e Dinya ye diçî, tê rengê dergûş Dinya bi xwe gog e, bib tu ser hol Avê vexwe her ji deya Bîngol Warê te be, zozanê Herekol Meya te be, tim ji rezê Kerkûş çerxa felekê ji rengê şûr e Rêça mirinê dibin dibûre Em tev li ser in ji me`v ne dûr e Tîrêj bi te rêçenas bidêr goş

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz