Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Mi çar goşê dine tev da giham ber perê ezmana Ji bo eşq û evîna dil digeryam ez li dermana Dipirsî min ji şalûran ji baz û bilbil û çûkan Ji dehl û çîmen û devyan ji bax û mêrg û bistana Dipirsî min ji beybûnan ji tuxmê çîçek û sorgul Ji xunça nêrgiz û lalan ji sosin û ji reyhanan Dipirsî min ji rûbarê ji kanî û çem û ava Ji xabûr û ferat û şet ji mij û da û dûmana Mi pirsî j` gumgumê tava ji wan ewrên di reş tarî Ji wan birq û birûsk û ba ji berfa û ji barana Dipirsî min ji wan derya ji pêl û bager û mewca Ji wan hûtê binê behra ji elmas û ji mircana Dipirsî min ji kortala ji bîrê bê binî bê av Ji wan teht û şikeftên reş ji ar û pêt û birkana Dipirsî min ji pehnava ji sirt û çol û berpala Ji wan gelya û zinara ji koh û deşt û zozana Dipirsî min ji şênaya behar û germa havîna Ji wexma payîza tev jan ji serma wan zivistana Dipirsî mi`j teb û hovan ji keftar û gur û hirçan Ji ferzîn û rex û fîla piling û şêrê sîpana Dipirsî min ji Farqînê ji şehrê Ameda rengîn Ji şop û kavilên Dara cihê Mîdya û Mîtana Dipisî min ji cotkara ji gavan û şivanên pez Ji qîzê`l qurmik û qirşa ji rêwî û ji karwana Mi pirsî j`xortê geryayî ji wan kalên zemana tev Ji bê mal û belengaza ji wan jar û perîşana Dipirsî min ji yê`d bîrwer ji wêjan û nivîsaran Ji xwenda û ji mamosta ji hoşîmend û hozana Cîhan pêkve mi teva da lê kesî bersiv nedabû min Ji bêçarî û bêhêvî berî min daye ezmana Pêlek bayê qerecdaxê ji nîşkave li min rabû Bi bala hilfirandim ez ketim nav çerx û dewrana Ji birca Behremê hatim dipirsî mi`j gelawêjê Dipirsî min ji perwînê ji roj û hîv û mîzana Ji ba termê Merîxê çûm mi şopa kadiza tev da Ji istêra sipehrî çûm berî min daye keywana Ji wan her neh sitêrên leq di çerxa asîmanî da Mi pirsî bû belê negham tu armanc û tu ramana Polî poşman û bê hêvî ji bala ez vegerya bûm Piçek derman nekir peyda li erda û li ezmana Ewê çaxê mi xweş zanî ji bil giştê nehin derman Bese Tîrêj rehet rûne bikêşî sebr û samana

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz