Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
(Di dema serketina kurdên başûr de (1991) û dewleta xwe avakirin min jî bi vê nameya helbestî pîroziya wan kir.) Birêkev nameya ku min bi xwîna dil nivîsî Bi ber banga sibê re pir bi kêf û şademanî Li ser baskê kevoka perheşîn û semawî Ji min bigêje gora mistefayê berzanî Ji dêla min tu ramûse du kêlên ber ser û pa Tu mizgînê bidê kurd serfiraz bûn wek tu zanî Li başûrî welat millet giha arming û doze Sitem barkir dîmoqratî kete dewra cîhan Gelek xêrxwaz ji merbûn hemdem û piştmêr û destpik Di tarîxê de hîmê dewletek kurdî me danî Dizanim ku omîda te di gerdûnê de ev bû Derkev ey serokê min bi kêf neb dilgiranî Ji ser gorê li ba kev ey tu peyxama mi dîsa Di wextê de tu bighê gom û cebha kurdistanî Silavên min bi bara bik li wê kom û civatê Bidê sed aferim derdê dil kurd web cî anî Gelek sêpas ku warê dewleta mîdya we şînkir Ji berya sê hezar sal paytextê abtîkanî Erê keyxesrewê mîdî xudanê tac û eywan Serî rake ji gorê xweş binêre vî zemanî Eva nevyên te îro her wekî şêr û pilinga Welatê te kirin rizgar ji bin destê biyanî Bişîn kev ey welat her dem wekî benga buharî Ji nêrgiz û kulîlkêd kesk û sor û ercewanî çiya û deşt û zozanê welat xemlê girêdin Bi êmîş û berê dara bi bax û dehl û kanî Li ser wan terh û şaxan bilbil û şalûr bixînin Welat pê kev bibî seyran û geşt û mehrecanî Ferat û dicle û xabûr hemî rabin bibin yek Serî hildin bidin pêla dema ku tên ji banî Keç û xort û jin û mêr tev werin cejna welat e Bi şal û şapikên rengîn bi xemla zer mîtanî Bi kolosên kevej kal werne govend û semayê Belê hûn pîre jin tev bên bi şe’rê kesrewanî Bi hayhay û lîrandin li şûn deran li dar xin Bi dahol û bi zirna reqs û govendek milanî Li ser pozê neyaran em bigêrin reqs û dîlan Felek xayiz bimînî ew di çerxa asîmanî Ji bajar û welatan bêne cejna serxwebûnê Bila ew qenc bizanin kurd ne bê nav û nîşanî Xwedî tac û sera bûn lê felek çavê birje Xwedî tarîx û tore ew ne bê zar û zimanî Gelo nayête bîrê dewleta merwan û botan Kerîm xanê bi tac û al û şahê erdelanî Bela xweş bête bîrê dewlta koşan û mîtan Ji berya çar hezar sal paytextê aşokanî Felek dewrek qirêj lîstî li ser mafê me kurda Dem û dewr û zeman îro birastî dan xuyanî Zeman dost çivir îro werin kar û xebatê Tucar yefşê nedin pîsa bese jar û nezanî Divê tilya neyar êdî di nav med ew nelîzî Ji kok bê jêkirin îro bi şûrê qehermanî Silavên min li ser canê şehîd û pakrewana Li kevrê ber serê leyla li ser wî ruh û canî Silavê mi’l şewityê şehrê xormal û helebçe Li zêwa û li gora her egîd û pehlewanî Silavên min li pêşmerge li wan box û berana Dikin gorî ji bo jîna welat umrê ciwanî Divê em ha ji xwe kin her dem şiyar bin gav û se’et Bese êdî heya vir ey tîrêjê torevanî. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz