Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Me j destê xeşma dîlberan Herdem bi nalîn û girî çav û enî lêv û diran Neqşên li kevrê mermerî Ebrû ye şûr, destik sedef îro bi dest Xanê şeref Leşker li pê zincîr û sef Êrîş li textê Qeyserî Biskên siyah zilfên bedew Serbazê pêşmerga ne ew Cengê dikin her roj û şev Vêga li deşta Hewlêr î Gulyên di reş wek ejder e Sîng neynika îskender e Danîn e pêş û hembere Xistin ji rajorê derî Ew dest û zend gurz û rim in Wan dil kirin talan ji min Qencîk nekir yarê bi min Her dem di gel min ew şerî Can xesteyê jana xemîn Dil kuştiyê tîra evîn Herdem li ser ax û enîn Yar qet li halêm nanerî Guh nade min yara min qet Xem her wekî deryayê şet Pêl lê didin her gav û wext Lewra vêket jê zemberî Weyla li emrê min eman Goga li ber hol û şegan Tê çûn gelek dewr û zeman Hêj ew li ser fikra berê Rengê Ciwanê Amedî Rojek xwe yê xweş min nedî Wek Mem di çola sermedî Can kir reha Zîna zerî Ez canfida yara xwe me Ez bilbilê zehra xwe me Ez bawerê para xwe me Tiştê xwedê da min merî Da min xweda tacek evîn Bûm torevanê derzemîn Pesnê xweda Tîrêj bixwîn Heta bi roja axerî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz