Ey biharê tu hat bi xêr
Me dil nema êş û kule
Reng reng dike çi jor û jêr
Tu cejn û Newroza dile
Tu cejn û Newroz e yeqên
Teyr û tilûrên derzemîn
Wan hat bi mizgîna te jîn
Xweş tên bi kewt û xulxul e
Xweş tên bi kewt û kom û tek
Qaz û quling û bazbelek
şalûr û bilbil lek bi lek
Berçemk û çûk û qertel e
Tev tên bi perwaz û bi rav
Da ku bikin te ew silav
Wan nêrgizan girtin xunav
Bişkeftî xunca sorgul e
Nêrgiz û sorgul bişkivîn
çîçek û lal û yasemîn
Xweş tên ji wan box û bîn
Axifte canê bilbil e
Axifte wî can û ciger
Sema ye axîn û keser
Hêstran di barê cot û fer
Lewra ku çav her dem şil e
Roj û şevan nakî hedan
Her dem bi nalîn û fîxan
Bû serwerê mirxê cîhan
Lew bûye rêzan û mele
Sazbend e hem dengbêj e ew
Di benda gulê xwînrêj e ew
Vîndar e wek Tîrêj e ew
Ev jîn ku lê bûye bele
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön