Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Yekî keçek ji xwer xwest gelek nazdar û delal Xort bi navê siyamed keç bi navê gulîzar Di deverkê min ew dî pirsa halê wî mi kir Ku mamoste lê nepirs qelen sed û çel hezar Bi sê çekê bûkanî bi xelat û ber derî Bi ber bisk û gerdenî bazin û cotek guhar Hesabê mal û sûkê li hev derneket ez benî Bi çil hezar wereqe paşê ez mame deyndar Xwedyê deyna her se`et yek dihat û yek diçû Bi erzanî min firot xanî û pez û dewar Mi xaniyek kirê kir li ser du max û nîva Bê cîcerg û bixêrîk ne serşok û ne berar Xanî kelpîç û herî bê kulek û pencere Wek hezaza kevoka zivistanî timî sar Pişta xanî kertekort bê seyek û av rêjin Teyrok û berf û baran çawa tê wilo tê xwar Niqiniqa dilopa dengê mişk û çirçirka Reqs û dîlan li ber tê sazê xurpo û tûmar Ma ez çi bêjim hundir bi qurbana ji dervebi Mala cuhaye her dem terya mişk lê nabe ar şewtiyo mala gure ne dan û ne birxule Bejn tît û mal meçît rewşa malê ma kewar Bêrîk vala ye herdem ji dînar û derava Zikek têr û deh birçî ne xebat û ne jî kar çendî dikir polepol hêstir li rû bûne rêz Nema devî wî gerî nema xwezî diçû xwar Pê şewtî dilê min gelek gunhê mi pê hat Ketim warê xeyala mîna `Eloyê xemxwar Gelo ma ez çi bêjim kulê min pir giranin Xelk gihiştin ezmana bes em tenê man li xwar Ji vî hişê meyî pûç tev kawik û nezanin Gavek me pêş ve navêt bi deh gava man ji par Bi quretiyê civata em xwe zana dibînin Dema ku ser bi ser tê em tev dibin gunehkar Ma ne şerm û fihête keç û qîzên me îro Di bezma keçfiroşan tên firotin bi bazar Bê mad û çav bi hêstir lêv zîz û gerden ziwa Dil şikestî perîşan bê rûmet û tengezar Keç û jinên cîhanê tev ketne berlemana Pêş ketin ew li her der bûn wezîr û payedar Margirêt û Endêra bûn serekêd wezîra Elîzabêt li London bû paşa û xwendekar Velentîna tiroşkof gihiştiye ezmana Kerazona Ekîno li Filipîn ser komar Divê ku em nedin dû vî aqilê zingarî Dem di ser re derbas bû maye qirêj û gemar Gelî kurdên bîrewer mafên keç û jinên me Tev ji me tête xwestin ku em bibin alîkar Ku destûrê bidin wan bi zanîn û pêşketin Di rûpelê tarîxê da em em nebin gunehbar Bela navê me êdî bi qencî bête xwendin Tîrêj dost û hevale xêrxwaze her dem û car. Hûrbînî: M. Bavê Nisrîn û I. Bavê şêrîn

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz