Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Dayê mi berde ezê herim şer Bavê milê min tifing û şeşber Têx ber pişta min kuling û xencer Dayê mi berde ezê herim şer Rextê tifingê bavêm ser mila Ezê sînga xwe bidim ber gula Li benda minin kozik û çeper Dayê mi berde ezê herim şer Emê rizgar kin cê kal û bava Serxwebûna me nayê bi lava Dijmin ji welat divê bikin der Dayê mi berde ezê herim şer şer xweşe dayê cenga welate Ev çax û dema kar û xebate Bidin ser pişta dijminê xwînxwer Dayê mi berde ezê herim şer Ezê va herim şerê neyara Bidin ber laşa çol û beyara Ku bernedin wan kê wan bikî der Dayê mi berde ezê herim şer Ku bême kuştin dayê bilîlîn Li ser gora min gula bibarîn Ji tuxmê gulê kesk û sor û zer Dayê mi berde ezê herim şer Dengê arbêcê xweş tê guhê min Va tev rabûne penc û rehê min şer û qewxeye îro li her der Dayê mi berde ezê herim şer Emê dest bavên qevdê tifinga Emê biqorin wekî pilinga Dijmin ji welat îro bikin der Dayê mi berde ezê herim şer Wekî Xalid û Yado û Ferhat Canê xwe bikim bi gorî welat Di laşêm vebin kulek û pencer Dayê mi berde ezê herim şer Welat bandikî wa min dixwazî Xorto were şer bi serfirazî şeveq ji nîva reşê tête der Dayê mi berde ezê herim şer Tîrêj bandikî ji dil dinalî Kurdno xwe medin îro tu alî Buhişta welat hatiye ber der

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz