Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Di nêv cerg û dil û can de te parastim erê dayê Di pey neh meh û neh rojan te ez anîme dunyayê Ji çel te ez diparastim ji deng û gotin û peyvê Bi zarotî ji pêwr-ava ji ber ser û binê heyvê Te pir şûştim veşûştim ez dipêçandim bi beşkîrê Bi wî şîr û berê paqij dimêjandim ji pêsîrê Dema ku ez bigiryama ji rengê torina Mûşê B`dîrokê bav û bapîran dilorandim di dergûşê Eger ku ez nexweş bûma digerya tu li dermana Te ez herdem diparastim ji ba û berf û barana Li hembêzê li ber sîngê li kolînê gelek cara Li ser min tim bi tirs bû tu ji tûpişk û ji tîmara Li ser min her dem û cara bi ax û nalîn û tew bû şevên ewr û reş û tarî tu bê razan û bê xew bû Ji mi r` herdem dinihrandî li ber landik û hêlanê Li ber germa di havînê li ber serma zivistanê Li ser min tim dibarandin dilop û hêstrên çavan Di datûla mi da bû tim di her çax û dem û gavan Li ber pozê te bû dayê serê min wek şimamoka Ji te r` hilma mi xweştir bû ji bîna terh û bîhoka Dema ku bûme şeş salî erê dayê dilovanê Bi xam û defter û çente te ez şandim dibistanê Bi delalî bi xwendin dam te ez dam ser riya jînê Bi karwanê demê re ez gihandim warê zanînê Dem û dewra tu pê rabû ji bîr nakim meh û sala Divê herkes bizanin ku dibistana mezin mala Nezanî û perîşanî ji îro pêve êdî bes Dema kar û xebatê ye ji bo vî miletê bêkes Ger ev jîna minî taze ned ber karê welat da bî Bela heyvanê şîrê te di min êdî ne gerya bî Tu bawer bî ji min dayê bi can û dil şoreşvanim Eger herdem ne wabim ez bi xwe hovim ne insanim Wekî Tîrêj dibêje kurd divê îro hemî wa bin Bi zanîn û bi xwendin wê xwedanê tac û ala bin. Hûrbînî: M. Bavê Nisrîn û I. Bavê şêrîn

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz