Eger umrê teyê nuh bê siwarê geşteya ba bî
Ku gustîla te telsem bî li ser textê silaman bî
Bi milk û malê qarûn bî ku textorê te luqman bî
çiyayê serheda pêkve sersar dar û derman bî
Tu bighê berê perê ezman ji ber mirnê xelas nabî
Tu wek rustem kurê zalê siwarê rexşê rehwan bî
Tu wek keyxesrewê mîdî xudanê tac û eywan bî
Li bajarê silîva tu li paytextê merwan bî
Tu şehsiwarê gerdûn bî bi dest te çerx û dewran bî
Ji deh gaz caw kefen pêve ji dinyayê bi xwe nabî
Tu wek Iskenderê romî bi leq û hêz û leşker bî
Tu wek Cemşîd ku taca te dur û elmas û cewher bî
Bi dûrcana tiliskopî `eqîq û lal û mermer bî
Cîhan têde xuyabî tev bi dîn û lep û tevger bî
Ne hember se`eta mirnê ji tîrêj xweş tu bawer bî
bi van êş û kul û derdan di nîva lerz û tayê
ku mirna malxirab tê me emê çipkin ji dunyayê
di wê gora reş û tarî di hana me tu kes nayê
li ser xort û ciwanên me de bigrî goyînê dayê
çi çûnek bê veger derdo felek hayê felek hayê
egîd û şêr û gernasên me gotin ka hemû kanîn?
Teva barkir di nêv axa cebana de serî danîn
Ji dunyayê tu zîv û zêr ji dunya dî re hilanîn
Heçî ku çûn nehatin kes ji bo me yek xeber nenîn
Bi wan re çi çê bû qet bi me tiştek ne dan zanîn.
*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön