Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Ey kurd rabe ser xwe tu ji nav cih û nivînan Ev çax û dema kare, bese xew li te şerme Ro hatiye nîvro hê tu razaye xewaro Tu bi jana ziravî yan di bin çermê te werme Hayê te ji bayê felekê nîne hejaro çirkîna dirana tu bi taya sar û germe Bavêje ji ser xwe tu eva cil û nivînan çavên xwe veke meyzeke dijmin girte ser me Bajar û welat îro ewan tev kirne wêran Darên dehl û bistanê me rakirne ji qurme Xan û dexl û danê me hemî sotin bi agir Palas û qir û qaf tev hilanîne ji ber me Ev qada me ye lê çikin em bê cih û warin Berf û baran li me tê tim sar û serme Bese rabe xwe rapêçe di rextan de bi merdî Wek Tîrêj dibêje ma ne bes ev lav û nerme.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz