Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Ev e çil sal di xew de mîr celadet Ne bes êdî heya vêga tu razî çiqa em bandikin pêjna te nayê Emê çipkin ne hawar û negazî Di kurdisatn de îro ey begê min Li her cî kuştin û talan û ceng e Li ser milet ji bala tê reşandin Ji firokan ji kîmawên di xazî Misliman med` kujin vêga ket û ber Ku fermana serê kuda ye îro Kesî wek wan nekir zor û setem qet Li dunyayê ne faşist û ne nazî Ji gorînê bi derkev ey tu haozan Dibistana xwe vek rahêje xamê Keç û xortan bide xwendin tu îro Ji destpêka elifayê bi nazî çi ku milet tiyê zanîn û xwendin Ji kanya te vexun ava jiyanê Di benda rêziman wek sîbeweyhî Di warê felsefê se`dê şîrazî Dema ku em ji tarîxê bipirsin Di ziman de tu mamûstayê kurd e Tu paqişke zimanê bav û kala Ji nav derxe tu zarê turk û tazî Kesê wek te di kurdistan de îro Sedê sal û zemanan peyde nabin Ji bajarê mehabad ta bi amed Ji berzan ta bi xelat û çayê mazî Bi wê xama xwe ya serbest û aza Tu binvîse di kovara hawarê Tu bid zanîn kul û derdê me îro Bi kurmancî bi soranî bi zazî Tu ronahiyê bi derxe ey begê min Welat pêkve bidî ber şewq û tavê Ku dêwê çar serî meydanê xweş ke Neyaran tev bide ber şûrê tazî Li gerdûnê binêrî rêberê min Ji roj ava heyanî rojhelat Gelî bindest hemû rabûne ser xwe Dixwazin pêşveçûn û serfirazî Riya jînê çetîn û berbişaşe Ne raxistî bi gulzar û kulîlka Di cîna de divên zana û rêber Di cîna de divên şûr û cengebazî Di destpêka cîhanê ta bi îro Heya ku xame û şûr tev nebin yek Tu milet naghê warê cîhanê Ji ber ku tevgera dem wa dixwazî Eger ne bi zor be heq nayê sitandin Heqî `d destê neheqiyê zarzare Heqê qelsa timî winda ye mîrêm Ku şahid bin hezar miftî û qazî Li gewdê masiyê behra binêre Bi goştê masiyên qels ew dibin hût Piling û şêr tebayên qels dixwin ew Kevok taştê û şîva murxê bazî Divê îro bi zanîn û bi xurtî Bi kerwanê demê re em li kar bin Wekî tîrêj dibê cê bav û kala Ne şerme peygera hirç û beraz *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz