Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Malê dinê tev yê te bî Kêr nake bê dost û heval Bê ap û pismam û xwedî Bê metik û xaltîk û xal Ew dewlemendê mal genî şaşe di vê rê de gelek Pîs û çikûs û çav nexel Kolê derav û milk û mal Bira di roja tengiyê Tucar tu hêviyê jê meke Mûma vemirtî şev reşa Nadî kesî şewq û şemal Dara biyê tim bê bere çiqa vede şax û gulî Ava heyatê petrîşok Pê nabe şêrîn maye tal Zengînê comerd tim hebe Berxweş e wek mêwa tirî Her dem li dorê kom dibin Bê çar û jar û bê mecal Mîşê û daristane tim şîne li hevrazê çiya Tev mişmiş û sêv û bîhok Havîn geha şêr û şepal Germa tebax û tîrmehê Pêlek ji bayê serhed e Kanîk ji bîngolê ye ew Jê der dibî avek delal Teşnê riya dûr û dirêj Tihna xwe pê dişkîne ew Rengê şerabe mey xweş e Dermanê derd û êş û hal Xwedyê derav û zîv û zêr Dawî tê dest vala here Ey rêwiyê çûn bê veger çipkî ji vê dunya betal Zendî li ser gora te dê Axa cebana kom bikin Bi ya tîrêj bik tewş meçe Ber destê yezdan gêj û lal. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz