Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Carekê Qedîs Liwîs olperestê Ferensîs Bi sêsed hezar leşker tev mêrxwas û cengewer Bi gurz û şûr û mertal bi kuflet û koçemal Bi gemya ketin behrê berê xwe dane Misrê Ew serdarê selîbî hat Salihê Eyûbî Bi çavsorî girte ser jê dixwestî ceng û şer Salih Eyûb şehê jîr rabû ser xwe bi tevdîr Xwendekarê dil aram qehremanê Misr û şam çi bi roj û çi bi şev ewî leşker daye hev Leşker dî bêkar û bar ne xurdê hêza neyar Tev pêxwas û belengaz ne serhêz û ne serbaz Ji hevketî perîşan tev çerkes û Tirkuman Hin Erebin di bêkêr çavê wî ji wan nebû têr Ku salihê pêşwa şand bajarê neynewa Cem kurê xwe Toran-şa serekê mîr û paşa Toran şa ey kurê min çar hawêrî min dijmin Bi leşker û kom û lek li dor Misrê bûn xelek Leşkerkî bê ser û bin cengê ji min dixwazin Ji niha û ne dereng divê tu bê ey leheng Digel bîst hezar siwar xortên kurd ên fidakar Ger daxwazam neyê cî Misr ji dest me diçî Dê Liwîsê setem kar lê dibî şah û xûnkar Toran- şahê dilawer dema bihîst ev xeber Rabû bîst hezar gernas hemî Egîd û mêrxas Pêkve kurdên şeg û jîr tev bi şûr û rim û tîr Ber hev kirin weke şêr berê xwe dane berjêr Cengevan û serfiraz weke teyr û mirxên baz Toran şa bûye serdar bi rêketin ew siwar Geh li vir û geh li wir ta ku gihane Misir Digel wî leşkerê xwe bû mêvanê bavê xwe Misir bûye hêlekan goga li ber du şegan Pêlên leşker di navê wek keleka ser avê Salih divê firsetê mixabin çû rehmetê Dema li wan bû şeveq salih birin mala heq Serekê qehremana ket bin axa cebana Ew şa ne bû vê dorê bi hisret çûye gorê Toran leşker kirin rêz kirin du pişk û du hêz Hêzek li çep yek li rast herdû hêl wî diparast Asê kir herdû tenişt belê orte vala hişt Zanî dijmin wê gavê êrîşke wê di navê Di berbangê de herdû kişyane ber hev û dû Dijmin êrîş da ortê lê nizanî ket wertê Orte erê vala bû lê xefk têde vedabû Bê lêdan û şer û ceng pêde çûn ew pêzeveng Ku bi şûr û mertala tev ketin cihê vala Toran şahê pêlewan ji du hêlan hate wan Leşker li wan hatin hev ku roj li wan kirin şev Meydan bû agir û pêt dê weledê xwe avêt Ku leşkerê Toran-şa ser davêtin ji laşa Laş li ser hev bûne hok xwîn li erdê bûye cok Himîn ket pêlewana navtêdana berana Xwar bûne rim ji kerba şûr ko bûne ji derba Tîr wek qelemteraşa cê wan nema di laşa Toran şahê hinerbaz di şerde bû serfiraz Liwîsê bê soz û bext leşkerê wî ji hev ket Ew leşkerê boş û pir nema ji wan tenafir Tev kuştî û birîndar tev hêsîr û dîl û jar Tiştê hate serê wan nayê gotin bi ziman Pey deh rojan bi hejmar ew Liwîsê gunehkar Digel heştê serbazî tev pêxwaz û sertazî Bi dest tev kirne hêsîr anîn bi qeyd û zincîr Sipî sax û bê birîn li ber toran- şah danîn Toran-şahê dilovan peyveke xweş gote wan Vekin qeyd û zicîra te`dê medin hêsîra Ne bi derb û lêdanê gişa têxin zindanê Pêxiberê dilovan wisa wî kirye ferman Ferman dabû Toran-şa go bavêjin va laşa Ew term û laşên genî kirin behra bê binî Tiştê bû kesî nedî kuflet maye bêxwedî Di nêv behra û ava birçî li ber delava Toran-şah got wezîran berdin evan hêsîran Tev Liwîsê bê wicdan dijminê tuxmê insan Bê hêvî û bê guman polî poşman vegeryan Pîrek tev mane jinbî zarok tev mane sêwî Misr tev rizgar dima şer û qewxe tê nema Pir xweş dibû ew welat j`roava ta roj hilat Belê kesin dest dirêj ziman çepel û qirêj Pîs û dixsok û tole reswa û bend û kole Lê rêberê wan kesa ji Tirka û çerkesa Lêv li Toran digestin kuştina wî dixwestin Piştî mehkê bi şûran êrîş dibirne Toran Ew nevyê selahedîn boxê Misr û Felestîn Girtine ser wî bi şeb kuştin bê sûc û sebeb şahê bi tac û ala textê wî maye vala Xwedyê Misr bûn Tacîk bûne serdar Memalîk Misr ket destê kola Eyûbî man li çola çerxa dem ey kurên baş, geh li pêşe geh li paş çira kesî ezbenî tim vêketî namînî Xwezya Tîrêj çira geş ser û canê we `j mi`r xweş.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz