Yekîtî gazî te dike
Hevalo werin seyranê
Yekîtî gazî te dike
De ka were serê rayê
Cangorîya canan e îro
Buhurîya reşrojan e
Kelketîya dilînan e
Yekîtî gazî te dike
De were bimeş bimeş
Bes e girî bes e vereş
Gava bavêj çar û pênç û şeş
Yekîtî gazî te dike
Hogiro rabe sibeh e
Dagire hêvîyên li qedeh e
Selam ji te re hene
Ne heşt e ne neh e deh e
Yekîtî gazî te dike
Ne çol e êdî ne çolistan e vir
Ne xem e êdî ne xemistan e vir
Hevaltî û biratî bihevre têne vir
Yekîtî gazî te dike
Simbêlan bes e bade
Lingan jî bes e rade
Dilînan bike sade
Yekîtî gazî te dike
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
M. Zahir Ertekin şiirlerine dön