Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

M. Zahir Ertekin

M. Zahir Ertekin

2 görüntülenme 0 beğeni
Were ey şahidê şêrîn ji eşqa te dil êxsîr in Dilê mehzûn kefaret bêt ke êm şeb taze mihman têt Elî Herîrî Were saqî bişo dilî Bişo dilî ji bêdilî Neçe bal ên kêm‘aqilî Bişo dilê’x ji vê zengê Here bik’ve nava mêran Weke zana û ‘arifan Hercar herwext û her deman Bişo qelbî ji vê zengê Bişo qelbî ji zengar e Bike tobe bike zar e Nekev dinê wek gurê har e Bişo qelbî ji vê zengê Bişo carek evî qelbî Evî qelb û evî zêrî Bişo derda tevî kerbî Bişo qelbî ji vê zengê Bihare tu nekî derde Nebî mexrûr nekî perde Dest ji van awiran berde Bişo qelbî ji vê zengê Bişo carek evê nefsê Evê nefsê evê neslê Eger tu dixwazî weslê Bişo carek evî qelbî Heman weslan disotînim Digel da’wê pêr dibînim Bala xwe qet jê’r naînim Bişo qelbî ji vê zengê Dilo carek were ba min Kerem ke di hewara min Mirîme lew bê tirba min Bişo qelbî ji vê zengê Meger dinya pir xedar e Tim bi şûr, tîr û mertal e Li ser dilan gurê har e Bişo qelbî ji vê zengê Weke zahir dibînim te Dilê hezîn digînim te Wekî xwe ez dibînim te Bişo qelbî ji vê zengê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
M. Zahir Ertekin şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz