Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

M. Zahir Ertekin

M. Zahir Ertekin

2 görüntülenme 0 beğeni
Jîyan helbest in, li ser ‘enîya me hatine nivîsandin… biskên min bi ser ronahîya şevê ve dadiweşin çavên min bi çavînoka şevê şiyardibin weke berfa di kefa destê min de dihelin xeyalên min xêlîyên min bi babîsoka payîzê li hev dikevin dinya weke ku kiras biguhere jîyan weke ku ber bi demsaleke nû ve dihere temenê min bêrîya demsaleke gulistanî dike niha û li ser kevirê tirba xwe dilop bi dilop hêstiran dibarîne ji xwe re dibe ard ji xwe re dibe ‘erd ji xwe re dibe ax û dide girî li ser xwe dilê min ber bi xwedê ve… û ji bo gunehên xwe xeman dide ser hev serê xwe li ber xwe ranake/dikele/diêşe /dişewite/sar dibe evîn dikeve kezeba dil berê xwe dide başûr di vê şeva hanê de tiştên ku ji xortanîyê mane dihelin yek bi yek bêhna êxtîyarîyê xwe dirêjî temenê min dike axret xwe davêje bîr û dawa min zaroktîya min nû dibe geş dibe gîyana min bêhna sosin û ‘enberê tê ji nêz ve… jîyan ji bo nivîsandina hosiya/wesyeta xwe amade ye dinya jî demeke ew jî li benda mirina xwe ye sîh û sê dîrek sîh û sê hêvî tam sîh û sê hebên xîçikan rêz bûne di rehikên min de temenê behiştê pîroz dikim jê pê ve çi heye hemû bihev re dihelin weke berfa ber tava nîvrojê…

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
M. Zahir Ertekin şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz