Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

M. Zahir Ertekin

M. Zahir Ertekin

2 görüntülenme 0 beğeni
"hêvîyan bêhn dikin, tevlî maçîkirina baranê, dar û berên me…" ji hêvîyê çêbûye axa bircên me û me ji tilîyên hêvîyê mêtîye jîyan bi êş lê bi rûkenî bi jan lê bi dilgeşî bi kul lê bi şadî em: ji baranê hatine û zarokên hêvîyê ne hêvî mîna baranê barîya li ser rûyên çavbelek û bêkenan di şevên tarî de em li hêvîya hêvîyek bi baran bûn ji xwe baranek e hêvîbar ku; biweşîne ji dara reşistanê gunehan û reşayîyan şil bike di nava zelalîya xwe de, bihêre, bicû û valake nava ‘erdên çolenas weke zelîxayê, fena keça sidîqê sadiq û mîna birca ‘esra bîstan… rêzik rêzik hêvî dibare bi berxwedaneke xweşbîn şil dibin dar û berên ku ji zivistanan xwar bûne zarok di binê heyveke bisî rûniştî, û ruhên xwe ji baranê vekirine. xem nîne dibêjin û dibêjin mirin bi çi awayî û ji ku tê bila bê lewra zanin ku wê kîjan mirinê bipîrozînin. zarokên hêvîyê nagirîn/natirsin qêrîna wan êdî nagihêje qata yekem jî bila be bila wisa bidom e dibêjin: di ruhê me de toz û xubar bes êdî dewra hevaldostîya rojê ye ji me re bila êdî şa bibin binevş, sosin û yasemîn ji destên xwe bila bişon xubara kerpîçan bi sonda bawerîyê emê xwe amade bikin ji bo we ey heyveron, keskesor û galaksîya kakêşanî êdî roja zarokên baranê û azadîya dilê wan e.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
M. Zahir Ertekin şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz