Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

M. Zahir Ertekin

M. Zahir Ertekin

2 görüntülenme 0 beğeni
jîyan bi tevahî tal gotin bi tevahî tarî dev û diranên bêjeyan şikestî û li wan rastan pêxwas û bêxwedî û ez bêjeyan dirêjim ji devê pênûsa newêrek der barê jîyana xwe de… weke demsalekê xwe girêdidim bi bêjeyên stûxwar gunehê xwe bera stuyên wan didim derbarê xwe de gotinên reş dinoşim awiran diguvêşim ji nava rûpelên dirinde bawerî û evîna xwe dipêçim, dikim nivişt û dixim stuyê qernên asûde dikim kefen û li dora tabûta xwe dirêsim xeyalên xwe yî marpêvedayî dev li xwe dikim, dilê xwe dieciqînim û kapeka hundir didim der… derîyê xewneke kûr li jîyaneke derew vedikim… xwe bi vê jîyanê vedikim tiştine kevn/kirêt dixim pê û dimeşim jîyana min bi gilî û gazin… di nava rûpelên behra mêjîyê xwe de her ku diçe şev serkeftinên awarte bi dest dixe şev weke şêrekî bi ser behra dilê min de tê û ez helbestvanekî zarok li hêvîya leyîstokên xwe… rûpeleke nû û heyateke xweser lê çawa ji xemê hembêza min rizîyayî xortanî di şevekê de kal bû dem di şevekê de lal… di vê şevê de ez bûm yê ku şev dimêt ez bûm yê ku hêsir didot û yê ku eşq girêdida bi vê êşê… ez bûm ez îşev ji vê êşê kal bûm dîn bûm

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
M. Zahir Ertekin şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz