Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

M. Zahir Ertekin

M. Zahir Ertekin

2 görüntülenme 0 beğeni
"Zarokekî Ezdî yê Penaber" Li pey xwe min bi kû ve dibî? Were nik min, bi min re be Jîyanê, heyranê! Bi bîr im bi birîn im Werimîne kulên min Te her dem Di ruhê xwe de dibim û tînim Têhna min naşkê bi penaberîyê Bê mecal im Tenha me li çol û li kolanan Were ey cejna jana canê min Were rûsîyaha bin panîya lingên min Min hemû vêket ji tadeyê Tevde dax im sitare neman Qurbet nayê Li taldeyekê jibîr bûn, tabloyên zêrîn ên bîranînan Di lingên min de goreyên bêwefayê Bê sol bê şekal im Bê ehd û wehd dimeşim li dinyayê Biçûk im hêj Ji bo kişandina van azaran Hêj gelekî biçûk e dilê min Digirim rojîya welatê xwo Kêşandeyên şêst salî Di sêzde salan de xwe li min pêçan, mezin im êdî Bêyî ku zanibim berbang kengî ye Bêyî bizanibim tama ava Feratê… Dengê xwe li dewsa kûrahîya dilê te dihêlim Da ku wenda nebim Xewnên min bê gopal nikarin bimeşin Kopal kal Bawî bûne demsal Reş diherikin çem Çavên dêya min timî şil in, ne tenha di nîsanan de… Azadî li dewsa xwe tiştek nehiştiye Delavîya dikin hestên min Di çarde salîya xwe de Heftê salî li min bû peyda Û weke temenê min Gelek leyîstikên min jî nîvco Sebra min jî… Ez te dixwazim Were Ne wekî havîna Diyarbekir Ne wekî zivistana Erziromê Weke bihara Badînanê were… Heyat, li Şingalê jîyan e Jîyan li kolanên bajarokê min… Bêyî ku karibim hestên xwe dax kim Kelecana xwe bi ser cama cem dakim Bêyî ku karibim weslên xwe deyax kim Vekişîyan ji min Hemû yadên min Çavgirtî man Leyîstokên min ên erebok Weke hêvîyan ew jî di kartonan de dirizin Şênahî û şêrîna min li pey min ma Maşînê bisene! Bi ku ve dibî jîyana min? Her wekî agirek ketibe zîba rêya min Li min bifetile, neçe! Bê ferheng û bê mal û bê wate hiştim Ev çol û çiya ev dar û ber Ev maşîna û ev avahîyên teknîkî Ji min dûr birin Ji min weşandin Heza ber berniga min Zarokatîya xwe dixwazim Vegere jîyan Lîstina li ser sergoyê me Çêtir e ji otêlparîsa penaberîya kirêt Bêna rêxa axurê me çêtir e Ji esansa xerîbîyê Dixwazim li kolanên taxa xwe zîz bibim Bi sobeyê bilîzim, vegere Da ku di binê hilweşînên bêyî te neeciqim Da ku bi hêsanî bifilitim Bi rihetî dixwazim bi nan û ava te bifitirim Çêtir e ji kebabên penaberîyê jîyana min Kûrerehma dinyayê wenda ye li welatê min Ez bi carekê mezin bûm

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
M. Zahir Ertekin şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz