…
Ya reb çawa kim
Bes qîl û qal kim
Ruh xwe reha kim
Malik ava kim
Huner min nîn e
Girîn û şîn e
Her an û hîn e
De bêje ça kim?
Bi xwe nikarim
Xebat ne kar im
Kar ne kubar im
Bi kêr şola kim?
Zahir de ‘eyb im
Batin ‘uyûb im
Lê ne xuyûb im
Li kê lava kim?
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
M. Zahir Ertekin şiirlerine dön