Vaye dîsa vebû bihar
Sorgul û nêrgiz hatne xwar
‘Erd û ezman tev bûn sitar
Kes nemaye bê ciy û war
Her kesekî re xweşhalek
Di her malê de dermalek
Roj û meh havîn di salek
Vaye dîsa hate bihar
Vê biharê em mest kirin
Bi dil û can sermest kirin
Ji nû ve em dilbest kirin
Vaye dîsa geş bû bihar
Bihar bê jan û xem vebû
Bê te’m û bê hêvî nebû
Her çi kêfxweşî pê rê bû
Vaye dîsa vebû bihar
Hûrik hûrik bilezûbez hat
Di kaşan de weke pez hat
Roj û şev her nefes hat
Vaye dîsa kenî bihar
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
M. Zahir Ertekin şiirlerine dön