Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

M. Zahir Ertekin

M. Zahir Ertekin

2 görüntülenme 0 beğeni
Razên min di bin axê de awiran diweşînin Agir û ax bihevre li hewşa mezrabota dikelin Di şevên nenas Di demên xerîb serî radikin zarokên vî welatî Dem dûr dikêşin ji fikarên xemê Ji fikarên nepenî Ji ramanên wenda Êlobazarî ye jîyan li van rastan li van deran… Erê pismamo! Te digo şadimanî di dinyayeke gombûyî de digere Wendayê berçava ye te digot Geh ez li wê digerim û geh ji martînê bextewar Himbêzên ji heyranokan re vekirî Tev bi min/me dikenin Ez/em xwe dikizirînim Di navbera sînoran de kon hatine vedan Roj û baran bê destûr pif dikin rûyên daleqandî Û mirovahîyê şermezar dikin Êdî bes rêşîyê xwe reş bike Lewra ji demê re jî dawî dixuyê Bi xatirxwestinan rê li ber ‘ewrên sayî vedibe Rê li ber zikreşan teng Û bê taqet Bes ku em stêrka xwe bera nava jîyanê din Ji bo dareke hêşîn Ji bo jîyaneke asûde Ji bo azadîyeke herikbar…

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
M. Zahir Ertekin şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz