Ger nebim axa wesletê
dem dibe zindan
ey can
hesret pê vedide, dendik dendik
vêdikeve ev can
ey can
welat çavê xwe dilûse
şilope dibarîne ev çav
ey can
Çavên min!
Li şûna dilopan xwîn dibarînin
dilê min î tije hîcran te dibarîne
ey can
şefeqa welleylî bang dide
welfecr e îro ‘esra paşîn e dîsa
hey hîcret! ji mecnûn re bilorîne
kanî axîna dilan kanî leylaya siltan
de bibêj
ey can
komke rûnê xwe biqelîne hêkên aşiqan
derî veke tête koma azar û êşan
derî veke
ey can
tu dibê’j dîsa vekiriye rêyên Kerbelayê
bê av e huseynê bêhempa
li çolan devê te tijî axa qemirî
dem vemirî
ruh hilpekîya
lêv terikîn
ey can
Ew çi birîneke kûr e ku kî yê lêke derman
ey can
Ger bêhna şîfayê bikêşî tu
Wê kî bide ava jînê û wê kî bibe luqman
ey can
Hew dikarim bikêşim ji bêhna te dûrîyê
Bila bibe qurban ji te re ev can
ey can
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
M. Zahir Ertekin şiirlerine dön