Ji mêj ve li min in ev dax û êşî
Ji kul û xemê pêv min xweşî nedî
Li xwe geryam û fûrîm hêdî hêdî
Ji ax û zarê pêv min tiştek nedî
Destê qeda kişandîye sîyeh qelemê
Ev e ji min re serwerîya gav û demê
Kanî ferhad kanî şirîn û kanî memê
Ji êşên can/an re min dermanek nedî
Armanca jîyînê ax û her ba bit
Têne mêtin hest û difûre ger ku serab bit
Li vir û li wir tar û mar, hêlîn xerab bit
Min rewşehalê cîhanê bi xweşî nedî
Zahir(ê) xwe pak ke ji laf û guzafî
Ma nîne hebûn û nebûn musawî
Mexsed ku jîyîn e demek jî kafî
Jê pê ve min tu me’ne ji wê re nedî
Ji min nexeyde û nebêje ‘eyb e
Bi şev û roj distrêm bê te, ne xeyb e
Her guman li min har in, digerin şewbe
Êdî ji dinyayê min fedî nedî
Kerîm e Xwedê her rehîm e jî ew
Welleh dilovan e xeffar e jî ew
Ji bo gunehbaran settar e her ew
Jê pê ve min tu agahî nedî
*Bi destûra helbestvanî ye
**Navê resen ê helbestê: ser-ab
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
M. Zahir Ertekin şiirlerine dön